Almanya dê salane 288 hezar koçberan wekî karker wergire
Dusseldorf (Rûdaw) - Almanya heta 2040î salane qet nebe dê 288 hezar koçberan wekî kar wergire.
Li gorî daneyên nû, Almanya neçar e ji niha heya sala 2040an salane herî kêm 288 hezar koçberan wekî destê kar wergire da ku aboriya xwe xurt bike.
Hişyariyê jî dide ku eger ev yek neyê kirin dê aboriya Almanyayê wekî xwe nemîne.
Saziya Bertelsmannê ku dane û lêkolînek di vî warî de weşandiye, eşkere kiriye ku vêga 46 milyon û 400 hezar destên kar li Almanyayê hene, eger heya 2040an her sal ew nêzî 300 hezar koçber wekî destê kar neçin Almanyayê, wê demê dê rêjeya destê kar bibe 35 milyon û 100 hezar.
Ango li gorî vêga dê ji sedî 10 kêm bibe.
Susanna Schultz yek ji amadekarên lêkolînê ye, vê guherînê bi teqawidbûna kesên ku jê re dibêjin pitikên mezin ve girêdide.
Yanî yên di navbera salên 1941 û 1955an de ji dayik bûne û êdî pîr dibin û hêdî hêdî şiyana xwe ya xebatê winda dikin.
Her çend di hilbijartinan de mijara koçberiyê dengên zêde ji bo partiyên ku li hemberî koçberan tundtir in, misoger dike lê hikûmeta federal a Almanyayê bi zanîna wan daneyan, sala borî reformên mezin di qanûnên koçberiyê de pêk anîbû û hatina destê kar bi rengê yasayî ji bo koçberan hêsantir kir.
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê wê demê got, “Li cîhanê qanûna herî nûjen a koçberiyê ya me ye.”