Rêxistina Trial International tawanên şer ên Rifat Esed dişopîne

01-12-2023
RÛDAW
Rifat Esed/Wêne: AP
Rifat Esed/Wêne: AP
Nîşan Rifat Esed Trial International Komkujiya Hemayê Philip Grant Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Trial International a Swîsreyê tawanên Rifat Esed apê Beşar Esed dişopîne ku bi komkujiya Hemayê ya 1982yan tê tohmetbarkirin.

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê, Damezrêner û Rêveberê Rêxistina nehikûmî ya Swîsrî Trial International Philip Grant li pey tawanbarên şer digere.

Yek ji wan tawanbarên li pey digere jî Rifat Esed apê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed e.

Grant ragihand ku li gorî zanyariyan, berî 10 salan Rifat Esed li hotêla Metropole ya li navenda bajarê Cenevê hatiye dîtin.

Grant diyar kir ku di sala 1982an de destê Rifat Esed di komkujiya bajarê Hemayê yê Sûriyeyê de hebûye ku di encamê de bi hezaran kes bûbûn qurbanî.

“Di dîroka Sûriyeyê de komkujiyeke karesatbar kir”

Damezrêner û Rêveberê Trial Internationalê Philip Grant got, “Em niha li ber hotêleke mezin a li navenda Cenevreyê ne.

Berî nêzîkî 10 salan yek ji nûnerên serkutkirina li Sûriyeyê Rifat Esed apê Beşar Esed li vir bû.

Ew di salên Heştêyan de fermandarê Seraya el-Dîfaa bû. Wê demê girtin ser bajarê Hemayê û di dîroka Sûriyê de komkujiyeke karesatbar kir.”

Tebaxa 2023yan, dadweriya Swîsreyê bi tohmeta tawanên şer derbarê Rifat Esed de fermana desteserkirine derxist.

Yek ji wan tawanan jî komkujiya Hemayê ya sala 1982an e.

“Em bi hêvî ne ku bê dadgehkirin”

Philip Grant wiha pê de çû, “Tu dikarî bibêjî me bi rêya musadefeyê ew dît.

Sûriyeyiyên ku li Cenevreyê dijiyan em li ser hebûna wî agahdar kirin.

Me rêkarên xwe yên asayî bikar anîn da ku em tekez bikin ku ew li vê hotêlê dijiya.

Me bi rêya wêne û belgeyên piştgir ên din karî vê yekê piştrast bikin.

Divê desthilat doz veke. Em bi hêvî ne ku bê dadgehkirin, heta ku ev dadgehkirin xiyabî be jî.”

Trial Internationalê yekem car di sala 2013an de, bi tohmeta tawanên şer ên di Sibata 1982yan de li Hemayê li Swîsreyê giliyê Rifat Esed kiribû.

Li aliyê din dadgeha Fransayê di Hezîrana 2016an de, bi tohemta diziya pereyên dewletê û sipîkirina pereyan derbarê Rifat Esed de fermana desteserkirin derxistibû.

Lê Rifat Esed piştî 37 salan ji jiyana surginê ya li Fransa û Swîsreyê di sala 2021ê de vegeriyabû Sûriyê.

Çavdêrên pêwendîdar dibêjin ev fermanên desteserkirinê yên derheqê Rifat Esedê 86 salî de dê tenê li ser kaxez bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst