Sirbistan: Kurd jî di nav de zêdetirî 2 hezar koçber di rewşeke xirab de dijîn

01-12-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Sirbistan: Kurd jî di nav de zêdetirî 2 hezar koçber di rewşeke xirab de dijîn
Sirbistan: Kurd jî di nav de zêdetirî 2 hezar koçber di rewşeke xirab de dijîn
Nîşan Sirbistan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw rewşa zêdetirî 2 hezar koçberên li ser sînorê Sirbistanê dişopîne ku di rewşeke xirab de dijîn. Her roj hinek koçber hewl didin derbasî welatên din ên Ewropayê bibin lê ji bo aliyê Sirbistanê têne vegerandin.

Nûçegihanê Rûdawê Roj Zale ji bo lêkolîna rewşa jiyana koçberên ku piraniya wan Efxan, Kurd, Sûrî û Îranî ne û di bin xaniyên hilweşiyayî de dijîn çû Sirbistanê.

Nûçegihanê Rûdawê bi du penaberên Efxan re axivî û ji wan pirsî ka kî di kampan de ne, yek ji wan bersivan, “Ereb hene, Kurd hene, Tirk hene.”

Rûdaw: Hûn çima hatine Sirbistanê?

Koçber: Em hatine vir, ji bo ku biçine Ewropayê.

Rûdaw: Rewşa di nav kampa we de çawa ye? Xwarin heye, nîne?

Koçber: Heye lê bi dest nakeve.

Hefteya borî, rayedarên Sirbî nêzîkî 600 koçber girtin û veguhestin kampan. Penaber dibêjin ku şert û mercên di kampan de pir xerab in û rayedarên Sirbî nahêlin medya derbasî kampan bibe.

Karmendekî Xaça Sor tenê amade ye ku behsa hewldanên rêxistinê ji bo dîtina xizmên windahiyên koçberan bike û dibêje, “Em li xizmên wan digerin. Wek mînak ev kes li xizmên xwe digere, heger kesek wan bibîne dikare telefonî Xaça Sor bike ku dê wan bigihîne hev.”

Hin koçber ji kampan derdikevin û di nav xirabe û şikeftan de dimînin. Li cihê ku penaberan jê re digotin "Kampa Xirabe", hejmarek Sûrî û Iraqî dijîn û nahêlin penaberên Efxan derbasî hundir bibin.

Mihemed Zeîd ê 15 salî yê ji bajarê Reqa yê Sûriyê 5 caran hewl da derbas bibe û di dawiyê de lingê wî şikest, got, “Ez dimeşiyam û nigê min ber cihekî ket û min nedît ku li dû çal heye û ez ketimê, min lingê xwe şikand û nekarî bimeşim, min xwe radestî polîsan kir û wan ez dîsa anîme vir.”

Her cara ku koçber hewl didin çend sed dolaran xerc dikin û dema diçin Romanyayê dîsa vedigerin Sirbistanê. Hin koçber dibêjin, wan nêzîkî 60 caran hewl dane sînor derbas bikin lê nekarîne xwe bigihînin welatên din ên Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst