Îbrahîm Kalin ji rojnamegerê Swêdî hêrs bû û hevpeyvîn temam nekir

01-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin SVT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî pirsa rojnameger hêrs bû û hevpeyvîna xwe ya ji televîzyona Swêdê re temam nekir.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji ber pirsên ku di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Swêdê SVTê re lê hatin kirin, hevpeyvîn temam nekir û di nîvî de hîşt.

Rojnameger diyar kir ku nêzî 10 gumanbarên ku ji aliyê Swêdê ve tên xwestin li Tirkiyê ne û pirs kir ku gelo ev kes dikarin radestî Swêdê werin kirin yan na.

Li gorî nûçeya GerçekGundemê, Kalin li ser vê pirsê got, “Ez nikarim li ser dosyayên kesane şîrove bikim lê prensîbeke me ya parastin û veşartina tawanbaran nîne.”

Kalin li ser pirsa gelo Tirkiye ji tawanbarên giran û endamên mafyayan re stargehek e yan na, got, “Hûn welatekî bi giştî tawanbar dikin. Ev nayê qebûlkirin.”

Kalin her wiha anî ziman, “Ajandayeke we ya cuda heye. Hûn bi gotina ku Tirkiye navenda bazirganiya kokaînê ye tawanbariyên bêbingeh dikin. Ev gotinên PKKê ne, gotinên FETO ne. Ev ne rojnamegeriyeke rast e.”

Kalin piştî ku rojnamegerê Swêdî pirsên li ser mafya û bazirganiya madeyên hişbir a li Tirkiyê berdewam bû, pirs wek "pêkenî" bi nav kir û xwest weşan bê qutkirin.

Hevpeyvîn di malpera televizyona Swêdê SVTê de jî hat weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst