Li Yunanê kesên maske bikar neynin tên cezakirin

01-12-2021
RÛDAW
Nîşan Yunan Mask
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yunanê pîrûkalên ku derziya li dijî korona li xwe nedin, wê 100 euro ceze bidin.

Li Yunanê bikaranîna derziya li dijî koronayê ji bo navsereyên di ser 60 salî re bû neçarî. Ewên ku derziyê li xwe nedin wê mehane 100 euro ceza bidin.

Serokwezîrê Yunanê Kiryakos Mitsotakis bi riya televizyona fermî a dewletê ragihand ku hemwelatiyên wan ên di ser 60 saliyê re naxwazin xwe derzî bikin, di meha Mijdarê de ji koma 580 hezar navsereyan tenê 60 hezar kesî derzî li xwe dane û ji ber vê ewên ku niha nexweş dikevin û dimrin navsereyên di ser 60 saliyê re ne.

Tê gotin ku wê saziya bîmeya civakî, zanyariyên kesên nederzîbûyî bide beşê darayî û ewê beşê darayî her meh 100 euro ceze ji wan bibire. Ew dahat jî wê biçe ji nexweşxaneyan re.

Wê ev projeyasa, piştî pesendbûna li parlamentoyê têkeve warê cîbicîkirinê.

Li gorî amaran, li Yunanê ji 11 milyon niştecihan, nêzîkî ji sedî 62 bi temamî li hemberî korona hatine derzîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst