Merkel: Vegera Oruç Reis bo bendera Antalya nîşaneke baş e

01-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Almanya Angela Merkel beriya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya 10-11ê mehê ku dê têde gotûbêj li ser pêwendiyên Tirkiyê bêne kirin, behsa rewşa dawî ya Tirkiyê kir.

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel diyar kir ku vegera Keştiya Oruç Reis bo bendera Antalya, nîşaneke baş e, lê hîna jî Tirkiyê li peravên Qibrisê li pey gaza xwezayî digere.

Angela Merkel da zanîn ku çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Navîn, pir tûnd û sorker in, lê hewandina hejmareke zêde ya penaberên Sûriyê, cihê rêzê ye.

Merkel, bibîr dixe ku di pêwendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de gavên ku dihatin çaverêkirin, nehatine avêtin.

Keştiya Oruç Reîs ya ku liv û tevgerên wê yên li peravên Qibrisê, di nava Yekîtiya Ewropayê de dibin sedema gotûbêjan, roja 29ê Mijdarê vegeriya bendera Antalya.

Yekîtiya Ewropayê dê rojên 10-11ê Çileyê, di civîna Brukselê de ji ber çalakiyên wê yên li Deryaya Navîn, rewşa Tirkiyê gotûbêj bike û biryarê bide ka ew tê cezekirin yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst