Neteweyên Yekbûyî: Sala bê dê pêdiviya 235 milyon kesan bi alîkariya mirovî hebe

01-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî amareke balkêş bo sala bê belav kir û ragihand ku zerar û ziyanên Coronayê di 2021ê de wiha dike pêdiviya 235 milyon kesan bi alîkariya mirovî hebe.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî, Mark Lowcock di hevpeyvîneke televîzyonî de dibêje, Corona wêrankariyeke mezin li wan welatan bicîh dihêle ku ew bi xwe hejar in û di rewşeke hestyar de ne. Herwiha got, pêşbînî dikin di sala 2021ê de pêdiviya mirov bi alîkariya mirovî  bi rêjeya ji sedî 40 zêde bike.

Armanca îsal a Neteweyên Yekbûyî ew e ku alîkariya mirovî bighîne 160 milyon kesan li cîhanê, eger alîkariya mirovî bigihe tevahiya xelkê, divê 35 milyar dolar bo wan bên komkirin. Neteweyên Yekbûyî sedemeke din a zêdebûna pêdiviyên mirovî bi wan şer û pevçûnan ve girêdide ku di 2020ê de derketine.

Mark Lowcock dibêje, xelkên hinek navçeyên wek Nagorno-Karabax, Bakurê Mozambîk, rojavayê biyabanên bakurê Afrîqayê di nav aştiyê de dijiyan, lê şer û pevçûn li wan derket û ev trajediya han li bakurê Etîyopyayê jî dubare bûye.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî dibêje, wiha nebe şerekî nû derketibe û şerên berê ber bi dawîbûnê ve çûbin, lê her şerek derketibe, astengiyeke din a mirovî çêkirine.

Lowcock dibêje, li ber pêlek pirsgirêk û asteng in, hewlên dane tenê hinek ji derdeseriyan kêm kirine, lê ligel hewldanên wan, hê jî di rewşeke nebaş de ne. Di dawiya axaftinên xwe de Lowcock dibêje, eger sala 2021ê bêyî birçîtiyeke mezin derbas kirin wê demê destkefteke mezin tomar kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst