ARJANTÎN - Li Buenos Aires xwepêşandanên dijî G20 berdewam in

01-12-2018
RÛDAW
Nîşan Arjantîn Xwepêşandan G20
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Buenos Airesa paytexta Arjantînê bi hezaran kes kom bûn û dijî Lûtkeya G20 xwepêşandan kirin.

 

Beşdarvanên xwepêşandanê nûnertiya çendîn grûp û aliyên cuda yên siyasî dikirin û slogana "Nexêr Bo Lûtkeya G20" bilind kirin û hatin û beşdarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump û herwiha çendîn kesayetiyên din ên beşdar şermezar kirin.

 

Ji ber tedbîrên dijwar ên ewlekariyê ku ji aliyê polîs û leşkerên ser bi Wezareta Navxwe ya wî welatî hatine wergirtin, xwepêşanderan dûrî cadeya serekî ya Lûtkeya G20 xwepêşandan kirin.

 

Berê Serokê Arjantînê Mauricio Macri ragihandibû ku hikûmeta welatê wî ligel hemû sendîka û aliyên pîşeyî yên welat rêkeftiye daku di 2 rojên Lûtkeya G20 de xwepêşandan neyên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst