Çîn: Em amade ne alîkariyê bidin Îraqê | Rûdaw.net

Çîn: Em amade ne alîkariyê bidin Îraqê

01-11-2024
Rayedarên Çînî pirsên Rûdawê bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rayedarên Çînî pirsên Rûdawê bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çîn Guherîna Avhewayê Îraq
A+ A-

Pekîn (Rûdaw) - Rayedarên Çînî ragihand ku ew amade ne di mijara guherîna avhewayê de alîkariyê bidin Îraqê.

Rayedarên Çînî pirsên Nûçegihanê Rûdawê Mehdî Ferec ên li ser guherîna avhewayê û plan û projeyên Çînê yên li ser mijarê bersivandin.

“Çîn û Îraq di gelek qadan de ji hev cuda ne”

Midûrê Beşa Parastina Samanan û Parastina Jingehê ya Komîsyona Bipêşketin û Reformên Niştimanî ya Çînê Wen Hua amaje kir ku Çîn û Îraq ji gelek aliyan ve ji hev cuda ne û got:

“Çîn û Îraq di şert û mercên xwezayî, pêkhateya pîşesazî û enerjiyê de bi awayekî berbiçav ji hev cuda ne lê wekî welatên nûbipêşketî, em gelek caran rûbirûyî pirsgirêkên wekî hev dibin.

Em bawer dikin ku ji bo hilberîna kêm-karbonê yan jî sifir-karbonê pêdivî bi plansaziyek sîstematîk heye.

Çîn lûtkeya karbonê û kêmkirina karbonê ji bo bipêşketina neteweyî di rewşeke pir girîng de datîne û em pabendî stratejiyeke neteweyî ne.

Hikûmeta navendî soz da ku dê dîzaynên taybet xurt bike, bi hemû aliyên têkildar re hevahengiyê bike û sîstemeke polîtîk a giştî ava bike.

Di heman demê de, divê rola herêm û zeviyên navxweyî li gorî şert û mercên navxweyî were lîstin.

Ji vê yekê piştrast bin dema ku armanca giştî bi rastiyên herêmî re hevaheng be dê her gav li ser rêya rast be.”

“Divê mirov bi kêmkirina gaza jehrî re mijûl bibe”

Wen Hua diyar kir ku piştî hinek qonaxan divê mirov meyla xwe bide kêmkirina gazên jehrî û li pey çû:

“Bi giştî di pêvajoya danûstandin û bipêşvebirina kar de divê mirov bi bipêşveçûn û kêmkirina derçûna gaza jehrî re mijûl bibe.

Divê siyaseteke aqilane were pêkanîn da ku hevahengî û hevgirtina siyasetê misoger bibin.”

“Çîn ji aliyê komirê ve dewlemend e”

Wen Hua da zanîn ku ew hewl didin xwe ji metirsiyan biparêzin û xwe lê berda:

“Em di pêvajoya bipêşveçûnê de pabendî xwexweparastina ji metirsiyan in.

Çîn ji aliyê komirê ve dewlemend e û ji aliyê petrol û gazê ve xerab e.

Li Îraqê çavkaniyên petrol û gazê yên zêde hene lê çavkaniyên din ên wekî enerjiya venûker gelekî kêm in.

Ji ber vê divê em yekê di dirêjahiya pêvajoyê de ewlehiya enerjiyê, ewlehiya zincîra dabînkirinê û zincîra pîşesaziyê, ewlehiya xurek û hewcedariyên jiyana asayî yên mirovan dabîn bikin û piştrast bikin ku ti bandora nayînî li ser bipêşketina aborî û civakî tune.”

“Guherîna avhewayê pirsgirêkeke cîhanî ye”

Midûrê Beşa Bersivdana Guherîna Avhewayê ya Wezareya Ekolojî û Jîngehê ya Çînê Şiya Ying Şiyan bi bîr anî ku guherîna evhewayê diyardeyeke cîhanî ye û got:

“Guherîna avhewayê pirsgirêkeke cîhanî ye ku divê hemû welat çareser bikin.

Ji ber vê yekê Çîn her dem amade ye ku bi welatan re hevkariyê bike.

Em jî amade ne ku bi Îraqê re hevkariya di vî warî de xurt bikin.

Em salane kurs û perwerdeyên avhewayê li dar dixin da ku em zanîna teorîk a li ser guherîna avhewayê ji bo welatên nûbipêşketî baştir bikin.

Em amade ne ku danûstandin û hevkariyê bi welatên nûbipêşketî re bikin ku Îraq jî yek ji wan e.

Her wiha em pêşwaziyê li berpirs û pisporên guherîna avhewayê yên Îraqî dikin ku werin û beşdarî çalakiyên me bibin.”

“Çîn di kontrolkirina çolbûnê de xwedî ezmûn e”

Alîkarê Midûrê Beşa Plandanîn û Bipêşketinê ya Îdareya Enerjiya Niştimanî Dong Wancheng diyar kir ku Çîn di qada enerjiya rojê de xwedî tecrube ye û li pey çû:

“Di rastiyê de, Çîn di kontrolkirina çolbûnê de bi rêya enerjiya rojê xwedî ezmûn e.

Her wiha, em di mijara bipêşveçûna enerjiya venûker de jî xwedî tecrube ne.

Ew prensîbên enerjiya nûveker beşeke girîng a bipêşketina me ya bihêz a enerjiya nûveker e.

Eger aliyên Îraqî bi vê yekê re mijûl bibin, em amade ne danûstandinên pêwendîdar li gel aliyên Îraqî bikin û di van waran de hevkariyê xurtir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst