Ciwanekî Kurd di girtîgeheke Almanyayê de hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê ciwanekî 21 salî yê ji Hewlêrê di girtîgehê de hat kuştin.
Ciwanê bi navê Mihemed Ebas li girtîgeheke bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê hat kuştin.
Birayê Mihemed, Hîcran Ebas Cûkil li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand:
“Navê birayê min Mihemed e. Ew ji ber bûyereke pevçûnê di girtîgeheke Dusseldorfê de dihat girtin.
Polîs îşev ji me re got, birayê min Mihemed berî 10 rojan di serşokê de hatiye kuştin.”
Hîcran Ebas Cûkil her wiha anî ziman:
“Ji bilî Mihemed, 4 birayên min li Almanyayê dijîn.
Piştî ku xizmekî me xebera wî da me, birayên min ên din li wir çûn girtîgehê û derket holê ku ew berî 10 rojan hatiye kuştin lê ji wan hatiye veşartin.”
Hîcran Ebas Cûkil li ser sedem û kujer jî da zanîn:
“Em hîn jî nizanin kujer kî ye û birayê me çima hatiye kuştin.
Ji ber ku piştî kuştinê birayên min ji bo dîtina wî diçin girtîgehê jî lê rê nadin ku wî bibînin.
Birayên min heta niha cenaze jî nedîtine, em dê giliyê birêvebiriya girtîgehê bikin.”