Kim Jong-un têkildarî Hemasê ferman da

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Kim Jong-un Koreya Bakur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un derbarê şerê Îsraîl – Hemasê fermana piştgiriyeke berfireh ji bo Filistînê da.

Li gorî daxuyaniya Servîsa Îstixbarata Neteweyî ya Koreya Bakur (NIS), Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, plana xwe ya ji bo berjewendiyên welatê xwe ya di çorçeveya şerê Îsraîl- Hemasê de amade kiriye.

Hat gotin ku Kim Jong-un di vê çarçoveyê de fermana piştgiriyeke berfireh ji bo Filistînê da.

Servîsa Îstixbarata Neteweyî ya Koreya Bakur ev agahî daye komîteya îstixbaratê ya parlementoya wî welatî.

Servîsa Îstixbarata Neteweyî ya Koreya Bakur amaje bi wê yekê kir ku Pyogyang berê jî ji Hemas û Hizbulahê re çek û mûşek hinartine û got Koreya Bakur dikare çekan bifiroşe komên mîlîtan û welatên cihana sêyem jî.

Parlementerê Partiya Hêza Gel Yoo Sang-bum jî got, “Koreya Bakur bi awayên curbecur hewl dide ku ji şerê Îsraîl û Hemasê sûdê wergire."

Hefteya borî, Balyozê Îsraîlê yê Koreya Başûr Akiva Tor jî got, “Em dizanin çekên Koreya Bakur ji aliyê Hemasê ve tên bikaranîn.”

Balyozê Koreya Bakur ê Neteweyên Yekbûyî Kim Song jî îdiayên hatine kirin wekî “bêbingeh” bi nav kirin û got:

“Washington hewl dide welatekî sêyem bi şerê li Rojhilata Navîn tawanbar bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst