Hewlêr (Rûdaw) – Li gor lîsteya “Birêzkirina Hêzên Leşkerî yên 2022” a Global Fire Power (GFP) artêşa Amerîka, li ser asta cîhanê artêşa herî bihêz e û li pey wê artêşa Rûsya û ya Çînê tên. Tirkiye jî di rêza 13emîn de ye.
Li gorî rapora sala 2022an a Global Fire Power a navenda wê li Amerîkayê ye û serbixwe ye, hêzên çekdar ên Amerîkayê li ser asta cîhanê herî bihêz e, ya herî lawaz jî hêza Îzlandayê ye.
Di rêzbenda Hêza Leşkerî ya 2022an de, ku lêkolîn li ser hêzên çekdar ên 142 welatan hate kirin, Rûsya di rêza 2yemîn, Çîn di rêza 3emîn û Hindistan di rêza 4emîn da ye. Di nav 10 artêşên herî bi hêz de 3 welatên endamên NATOyê hene.
Li derveyî Amerîkayê Fransa di rêza 7emîn de û Brîtanya jî di rêza 8emîn de ne.
Japonya di rêza 5emîn û Koreya Başûr di rêza 6emîn de ye, Pakistan di 9emîn de ye Brezîl, Îtalya û Misir li dûv wan tê.
Herwiha Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ku di rapora 2019an a GFPyê de di rêza 9emîn da cih girt, di sala 2020an de daket rêza 13emîn û di rêza îsal de jî di heman rêzê de ma.
Artêşa Îranê di rêza 14, Iraq di rêza 34 û Sûriyê di rêza 47emîn de cih girt.
Li cîhanê artêşa herî qels a Îzlandayê ye.
Kapasîteya enerjiya nukleerî ya welatan di îndeksê de nehate hesibandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse