NAVEND rewşa Başûrê Kurdistanê gotûbêj dike

01-11-2017
RÛDAW
Nîşan Navend Başûrê Kurdistanê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya NAVEND a ji bo lêkolînên Kurdî roja 4ê Mijdara 2017ê, li Stadthalle Bad Godesberg a li bajarê Bonnê ya Almanyayê, ji bo gengeşekirina rewşa rojane li Kurdistana Başûr civîneke gotûbêjê di bin navê “Gelo em bi hev re dikarin çi bikin?” saz dike.


Saziya NAVEND a ji bo lêkolînên Kurdî bi daxuyaniyekê radigihîne, ku ew dê roja 4ê Mijdara 2017ê, ji bo şirovekirina rewşa îro ya Kurdistana Başûr semînarekî lidar bixin.

 

NAVENDê da daxuyaniya xwe de dibêje: “Em li ser pêkhatinên rojane yên li Herêma Kurdistanê gelek matmayî û nîgeran in. Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017ê de, ku gelê Kurdistanê bi rêjeya % 92,73yan ji bo dewleteke serbixwe deng dan, talûkeya pevketinê bi Iraq û bi dewletên cîran ên wek Îran û Tirkiyeyê re geş dibe.”

 

Daxuyanî balê dikişe ser êrîşa roja 16ê Cotmehê ya ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî û diyar dike: “Roja 16ê Cotmehê artêşa Iraqê û milisên şîe yên Heşda Şeibî, ku Îran piştevaniya wan dike, êrîşê bajarên herî girîng, Kerkûk û Şingalê kirin. Pêşmerge li hember hêzên weke leşkerên Qudsê û pasdarên Îranê û li hember artêşa Iraqê ku bi çekên amerikî hatibûn arastekirin, neçar man paşve bikişin. Ji ber vê yekê Kurdan desthilatdariya xwe li Herêmê ji sê payan yek, wenda kirin. Li ser vê niha ji ber guvaşa hikûmata Iraqê rêyên esmanî yên Herêma Kurdistanê hatine birîn.”

 

NAVEND diyar dike ku ji bo nirxandina vê rewşê roja Şemiyê di 4ê Mijdara 2017ê de, demjimêr 14.30ê, li Stadthalle Bad Godesberg li Bonnê de civîneke giştî were sazkirin û li ser armanca wê jî dide xuyakirin: “Wek pêngava yekem divê ji bo rewşa niha, analîzên pêvajoya Herêma Kurdistanê, derfetên danûstandineke giştî bên amadekirin. Armanca civînê ew e, ku em çawa bikarîn bi hev re kar bikin, çalakîyên xwe bi hev re amade bikin û bimeşînin.”

 

Saziya NAVEND dide zanîn, ku divê beşdarên danûstandinê û civînê, berpirsên rêxistin û sazîyên kurdan ên li Almanyayê, siyasetmedar, pispor û kesayetên zanyar bin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst