Nêçîrvan Barzanî Mark Rutte pîroz kir

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mark Rutte NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Holandayê Mark Rutte pîroz kir ku wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê dest bi kar kir.

Serokwezîrê berê yê Holandayê Mark Rutte îro li şûna Jens Stoltenberg bû sekreterê giştî yê nû yê NATOyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê Mark Rutte pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez bi dil û can pîrozbahiyê li Mark Rutte dikim ku wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê dest bi kar kir.

Ez hêviya serkeftinê di vê rola girîng de jê re dixwazim. Her wiha ez li bendê me ku em bi hev re bixebitin.”

Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê pêwendiyên nêzîk û dostane bi Mark Rutte û Holanda re hene.

Mark Rutte û Nêçîrvan Barzanî berê jî gelek caran hevdîtin kirine.

Nêçîrvan Barzanî Tîrmeha 2018an dema serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, çûbû serdana Holandayê û ew li Laheyê ji aliyê Mark Rutte ve bi germî hatibû pêşwazîkirin.

Her wiha Mark Rutte jî Tebaxa 2016an wekî serokwezîrê Holandayê hatibû Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî ew li Hewlêrê pêşwazî kiribû.

Holandayê wekî endameke Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê alîkariya Pêşmerge û penaberên ji ber şer reviyabûn kiribû.

Mark Rutte ji Çiriya Peşîna 2010an heta tîrmeha îsal serokwezîrê Holandayê bû lê îro wekî 14mîn sekreterê giştî yê NATOyê li şûna Jens Stoltenberg dest bi kar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst