Îbrahîm Paşayê Milî li Almanyayê hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê eşîra Milanê Îbrahîm Paşayê Milî di 115emîn salvegera koça xwe de li Almanyayê hat bibîranîn.

Îbrahîm Paşayê Milî duh li bajarê Essenê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Di di heman çalakiyê de dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spiyê hat bibîranîn.

Yekîtiya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê û Komeleya Hêlînê ew çalakiya bibîranînê bi rê ve bir.

Bi gotina zarok û neviyên wî, Îbrahîm Paşayê Milî li dijî desthilata Osmaniyan jiyaneke zehmet derbas kiribû.

Îbrahîm Paşayê Milî, mîrê eşîra Milan bû û ew kurê Mehmûd Begê kurê Tîmawî Beg bû.

Îbrahîm Paşayê Milî sala 1845an ji dayik bûbû û sala 1908an koça dawî kiribû.