Îbrahîm Paşayê Milî li Almanyayê hat bibîranîn

01-10-2023
RÛDAW
Îbrahîm Paşayê Milî duh li bajarê Essenê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat bîranîn
Îbrahîm Paşayê Milî duh li bajarê Essenê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat bîranîn
Nîşan Îbrahîm Paşayê Milî Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê eşîra Milanê Îbrahîm Paşayê Milî di 115emîn salvegera koça xwe de li Almanyayê hat bibîranîn.

Îbrahîm Paşayê Milî duh li bajarê Essenê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Di di heman çalakiyê de dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spiyê hat bibîranîn.

Yekîtiya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê û Komeleya Hêlînê ew çalakiya bibîranînê bi rê ve bir.

Bi gotina zarok û neviyên wî, Îbrahîm Paşayê Milî li dijî desthilata Osmaniyan jiyaneke zehmet derbas kiribû.

Îbrahîm Paşayê Milî, mîrê eşîra Milan bû û ew kurê Mehmûd Begê kurê Tîmawî Beg bû.

Îbrahîm Paşayê Milî sala 1845an ji dayik bûbû û sala 1908an koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst