Ukraynayê 5000 leşkerên Rûsyayê dorpêç kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêveberiya Herêma Luhanksê ya Ukraynayê Sergiy Hayday ragihand ku nêzîkî 5 hezar leşkerên Rûsyayê li bajarê Lîman ê herêma Donetskê hatine dorpêçkirin û hêzên Ukraynayê hema hema hemû rêyên derketina ji bajêr girtine.

Serokê Rêveberiya Herêma Luhanksê ya Ukraynayê Sergiy Hayday di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de êrişên hêzên Ukraynayê yên li derdora bajarê Lîmanê nirxand.

Sergiy Hayday di peyama xwe de got, "Nêzîkî 5 hezar leşkerên Rûs li Lîmanê asê mane. Hêzên ewlekariya Ukraynayê hema hema hemû rêyên derketinê û rêyên gihandina cebilxaneyê girtin. Piştî ku Lîman ji dagirkeriyê hat rizgarkirin, dê dor were herêma Luhanskê. "

Ji aliyê din ve Nûnerê Koma Rojhilatê ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Sergey Cherevatiy ragihand ku komelgehên Yampil, Novoselivka, Shandriholovo, Drobishevo û Stavki yên li nêzî bajarê Lîmanê hatine rizgarkirin.

Bajarê Lîman

Pêşveçûna artêşa Ukraynayê ya ber bi bajarê Lîmanê yê li herêma Donetsk ku ev demeke dirêj e di destê hêzên Rûsyayê de ye, dewam dike.

Sergey Cherevatiy duh di daxuyaniyekê de gotibû ku dorpêçkirina leşkerên Rûsî li wî bajarî di qonaxa temambûnê de ye.