VÎDEOWALL - Hêza leşkerî ya Azerbaycan û Ermenistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê her diçe germtir dibe û li gorî agahiyên fermî, di heyama 3 rojên şer de hejmara qurbaniyan, êdî ji hezar kesî derbas bûye û bi dehan hezar welatî  ji malên xwe derketine.

Aloziyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê ku ji meha Tîrmeha îsal ve ber bi zêdebûnê ve çûn, bi şerê ku roja Yekşemê 27ê Îlona 2020ê li herêma Nagorno-Karabaxê destpê kir, gehiştin lutkeyê

Şerê Ermenistan û Azerbaycanê bûye sedema nîgeraniyeke mezin li ser egera dûbare têkçûna seqmgiriya navçeya Qerebax ku wek rêya veguhastina petrol û gazê ji bo bazara Ewropa û cîhanê tê zanîn.

Şiyanên artêşên Azerbaycan û Ermenistanê

Artêşa Azerbaycanê ji artêş, hêzên deryayî û asmanî, pasewanên niştimanî û serbazên navxwe pêk tê û niha 66,940 serbaz di erk de ne û 300,000 serbaz jî yedek in. Budceya serbazî ya Azerbazycanê jî 2 milyar û 730 milyon dolar e.

Artêşa Azerbaycanê 665 tank, 1,637 wesayîtên zirhî, 740 topavêj û 196 mûşekavêj hene. Herwiha Azerbaycan xwediya 127 firokeyên serbazî, 29 firokeyên şer û xwediya 75 helîkopteran. Şiyana deryayî ya Azerbaycanî jî wiha ye; 31 keştiyên cengî û 4 keştiyên jêrderyayî.

Li beramber jî Artêşa Ermenistanê ji hêzên zemînî, deryayî, berevaniya asmanî û Hêza Berevaniya Nagorno-Qerebax pêk tê û 45 hezar serbaz di erk de ne û 210 hezar serbazên yedek hene. Budceya serbazî ya Ermenistanê jî 500 milyon dolar e.

Artêşa Ermenistanê 529 tank, 1000 wesayîtên zirhî, 38 zirhiyên hilgirên doçka û 105 mûşekavêj hene. Herwiha şiyana hêza asmanî ya Ermenistanê jî bi vî rengî ye; 65 firokeyên serbazî, 13 firokeyên şer û 42 helîkopter. Ermenistanê ti hêzeke deryayî nîne.