Dadgeha Ewropa di mijara “Birêz Ocalan” de Tirkiye mehkûm kir

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirov a Ewropa (DMME) ragihand, bikaranîna peyva “Birêz Ocalan” li Tirkiyê sûc nîne û ji ber wê jî 19 kesên ku ji ber vê yekê hatine mehkûmkirin, divê bên qerebûkirin.

Li gorî ajansên Tirkiyê, DMME 19 kurdên bakûrê Kurdistanê yên ku Tîrmeha 2008an bo protestokirina wê yekê ku bikaranîna peyva “Birêz Ocalan” sûc e, ji dozgeriya komarê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê re name şandibûn û tê de wiha nivîsandibûn “Ez jî dibêjim Birêz Ocalan û xwe îxbar dikim” mafdar dît.

Dadgeha Ewropa derbarê sedema biryara xwe de jî ragihand ku di nameyan de wateya tundiyê yan jî propagandeya rêxistina terorê nîne her wiha tu gefek nîne ku bibe sedema kêmkirina azadiya ramanê.

Li gorî biryara dadgeha Ewropa, qedexekirina bikaranîna peyva “birêz” bo serokê PKKê Abdullah Ocalan li dijî peymana mafên mirov a Ewropa ye û divê hikûmeta Tirkiyê 3 hezar û 140 euro bide her mexdûrekî vê dozê her wiha divê hezar euro jî wek xercên dadgehê bide wan.

Ew 19 kesên ku ji aliyê dadgeha Enqerê ya Tirkiyê ve ji ber bikaranîna peyva “Birêz Ocalan” bi cezayê 2 meh û nîv ê girtinê hatibûn mehkûmkirin, sala 2009an li dadgeha Ewropa li dijî dadgeha Enqerê doz vekiribûn.