Almanya: Piştî Şerê Cîhanî cara yekem e partiyeke rastgir li herêmekê bi ser ket

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Thuringia Saxony Almanya Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li eyaletên Saxony û Thuringiayê yên Almanyayê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin.

Encamên destpêkê nîşan didin ku partiya rastgir a li dijî koçberan AFDyê li Thuringiayê piraniya dengan bi dest xistiye û li Saxonyê jî bûye partiya duyemîn.

Li gorî encamên destpêkê yên Thuringiayê, partiya rastgir AFDya li dijî koçberan ji sedî 30,5, Partiya Xirîstiyan Demokrat ji sedî 24,5, koalîsyona çepgir a neteweperest ji sedî 16 û yên din jî ji sedî 29ê dengan bi dest xistine.

Parlamentoya Thuringiayê xwedî 90 kursiyan e û ji bo pêkanîna hikûmeta herêmê jî pêwîstî bi 46 kursiyan heye.

Li gorî encaman, partiya rastgir dê 32 kursiyan bi dest bixe û ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi 14 kursiyên din heye.

Ji sala 1945 û Şerê Cîhanî yê Duyemîn ve ev cara yekem e ku partiyeke rastgir piraniya dengan di hilbijartinên parlamentoyê ya herêmeke Almanyayê de bi dest dixe.

Li gorî encamên destpêkê yên Saxonyê Partiya Xirîstiyan Demokrat ji sedî 31,5, AFD ji sedî 30, koalîsyona Sara ji sedî 12 û yên din jî ji sedî 26,5 dengan bi dest xistine.

Piştî eşkerekirina encaman Sekreterê Giştî yê Partiya Xirîstiyan Demokrat Karsten Lînman red kir ku bi AFDyê re koalîsyonê pêk bîne û got:

“Hilbijêrên me dizanin ku em bi AFDyê re ti koalîsyonê ava nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst