Kurdî li 6 herêmên Almanyayê bi awayekî fermî tê hînkirin

2 demjimêr berê
Nîşan Almanya Perwerdeya Kurdî Herne Semîr Xidir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Sala nû ya xwendinê li piraniya herêmên Almanyayê meha Tebaxê dest pê kir.

Zarokên malbatên Kurd ên li Almanyayê dikarin ji yasayake taybet a dersa zimanê zikmakî li 6 herêman sûdê wergirin.

Semîr Xidir li dibistaneke Herneyê ya rojavayê Almanyayê mamostayetiya Kurdî dike û komeke xwendekarên wî yên Kurd hene.

Mamosta Semîr ji Başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurd ên Almanyayê ye.

“3 hezar û 500 kes dersa Kurdî dixwînin”

Semîr Xidir balê dikişîne ser rewşa xwendina Kurdî ya li Almanyayê û got:

"Xwendina dersa Kurdî li Almanyayê ne xirab e û ne jî di asteke gelekî baş de ye ku em bibêjin, ’em jê razî ne’ li gorî amarên sala borî 3 hezar û 500 xwendekar li Almanyayê tevlî xwendina dersa Kurdî bûne.

Li gorî amarên Kurmancîaxêvan ev hejmar gelekî kêm e."

Zarokên malbatên Kurdan ên li Almanyayê dijîn li 6 herêmên dikarin sûdê ji yasayeke taybet a waneyên zimanê dayikê bibînin û zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.

Pûanê waneya Kurdî dikare alîkariyê bike ji bo bilindkirina pûanên wan.

Xwendekara bi navê Rozana Xelîl yek ji wan xwendekaran e ku 6 sal in dersa Kurdî dixwîne û ew 9 sal in li Almanyayê dijî.

Xwendekara bi navê Katreen jî beşeke pirtûka xwe bideng dixwîne.

Xwendekarên Mamosta Semîr Xidir bangî zarokên Kurd dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin û bixwînin.

Li gorî gotina xwendekaran ew di dersa Kurdî de çîrokan dixwînin û zimanê Kurdî nas dikin.

“Hin malbat zarokên xwe naşînin dersa Kurdî”

Semîr Xidir behsa sedema hejmara kêmbûna xwendekarên Kurdî dike û wiha diaxive:

“Hinek kes hene şaş fem dikin û dibêjin, ‘zimanê Kurdî ne zimanê fermî ye. Bila zarokên me zimanekî din bixwînin bila ew zimanê ku em jê hatine, Farsî, Tirkî, Erebî bixwînîn. Eger em vegeriyan welatê xwe belkî ji xwe re karekî bibînin.’

Gelek kes dibêjin, ‘zarokên me bila Almanî bixwînin û li kêleka Almaniyê jî zimanekî din bixwînin eger zimanê xwe jî bixwîne dê bandorê li ser wî bike.’

Ev ji aliyê zanistî jî ve şaş e. Her kesê zimanê xwe yê dayikê baş bizanibe dikare fêrî zimanên din jî bibe û di jiyanê de serkeftî bibe.“

Rêveberê Bernameya Waneya Zimanê Kurdî yê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hewreman Elî Tewfîq behsa xebatên zimanê Kurdî dike.

Hewraman Elî Tewfîq eşkere kir ku ew yek ji wan saziyên sivîl in ku ji bo fêrkirina zimanê Kurdî dixebitin.

Hewreman Elî Tewfîq da zanîn ku programa wan a xwendinê bi ya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê re hevbeş e û dê kursên wan di demeke nêzîk de dest pê bikin.

Belavbûna Kurdên diyaspora û Almanyayê di cografyaya berîn û berfireh a van welatan û nebûna zimanekî standart û zalbûna kultûra serdestan, aliyekî din ê xwe dûrgirtina ji xwendina zimanên Kurdî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst