Lavrov: Em Formula Aştiyê ya Zelensky qebûl nakin

01-09-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezirê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov /Wêne: AA
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezirê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov /Wêne: AA
Nîşan Sergey Lavrov Hakan Fîdan Rûsya Ukrayna Volodymyr Zelensky
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezirê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got “Em Formula Aştiyê ya Zelensky qebûl nakin.”

Wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Sergey Lavrov di destpêka axaftina xwe ya pêşwazîkirinê de hevtayê xwe yê ji Tirkiyeyê Hakan Fîdan, ji ber teyînkirina wî wek wezîr pîroz kir ku yekem car e wekî wezîr çûye serdana Moskowê.

Civîna bi beşdariya şandeyên her du aliyan bû û destûr nehat dayîn ku çapemenî beşdar bibe. 

Civînê bi 2 saetan ji dema ku hatibû destnîşankirin dirêjtir kişand.

Li pêş kamerayan Sergey Lavrov da zanîn ku wî bi Hakan Fîdan re li ser asayîkirina rewşa li Sûriyeyê û rewşa li dor Ukraynayê gotûbêj kiriye.

Lavrov diyar kir ku wî bêencamtiya Formula Aştiyê ya Serokê Ukraynayê Volodymy Zelensky jî ji hevtayê xwe yê Tirk re rave kiriye.

“Em Formula Aştiyê ya Zelensky qebûl nakin”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovwiha anî ziman:

“Mijara Ukraynayê û rewşa li der dora wê me bi hûrî gotêbêj kir.

Herwiha em li ser wê destpêşxeriyê ya ultîmatomî ku nayê qebûlkirin û yê ku her ji serî de têkçûyî bû jî axivîn,  ku jê re dibêjin, qaşo Formûla Aştiyê ya Zelensky.

Me pêgehê xwe rave kir ku ew formul çima nayê qebûlkirin.

Û me nêrîna xwe aşkere kir ku divê li şûna wan gotêbêjên bê wate, divê çi bê kirin ku ewlehî û aramiya hevpar  bê dabînkirin, da ku pêşiya her pevçûneke li tevaya Ewrupayê bê girtin.”

“Şandina milyonek ton genim bi bihayekî kêm ji bo Tirkiyê jî di rojevê de ye”

Lavrov herwiha bal kişand ser pêşniyarên nû yên ji bo zindîkirina peymana dexlûdanê û careke din mercên Rûsyayê rêz kirin.

Lavrov da zanîn ku şandina milyonek ton genim bi bihayekî kêm ji bo Tirkiyê jî di rojevê de ye.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî bal kişand ser giringiya zindîkirina Peymana Dexlûdanê.

Fîdan diyar kir ku Enqere hewl dide aştiyeke mayînde li herêmê bê pêkanîn û amade ye rola xwe ya navbeynkariyê di navbera Moskow û Kîevê de bidomine.

“Eger mercên pêwîst derkevin holê, em dê dîsa rola navbeynkariyê berdewam bikin”

Hakan Fîdan got “Zindîkirina Destpêşxeriya Deryaya Reş yek ji mijarên sereke ya rojeva me bû.

Me tekezî ser rola kirîtîk ya vê destpêşxeriyê kir ku hem ji hêla ewlehiya xurekê ya global, hem jî ji hêla aramiya li Deryaya Reş ve pir giring e.

Rewşa şer jî di rojeva me de cihekî giring girt. Me berê jî mazûvaniya gotûbêjên rasterast ên di navbeyna her du aliyan de kiribû.

Û me da zanîn ku eger mercên pêwîst derkevin holê, em dê dîsa rola askankarî û navbeynkariyê berdewam bikin.

Heftiya borî di hevdîtinên xwe de li Kîevê jî, min heman peyam parve kiribû.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan herwiha diyar kir ku ew ê di 1ê Îlonê de bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Her du wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku ev hevdîtin amadekariya hevdîtina serokên Rûsya û Tirkiyeyê ye ku tê plankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst