Zêdetirî 150 Kurdên Êzidî li Yunanistanê asê mane

01-09-2022
RÛDAW
Zêdetirî 150 Kurdên Êzidî li Yunanistanê asê mane
Zêdetirî 150 Kurdên Êzidî li Yunanistanê asê mane
Nîşan Yunanistan Kurdên Êzidî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke Kurdên Êzidî yên ji Şingalê dixwestin ji Yunanistanê biçin welatên Ewropayê lê niha li Yunanistanê asê mane û hikûmet nahêle derbasî kampê bibin û nikarin vegerin jî. Ew 6 roj in li ber deriyê kampê radiketin lê hikûmetê destûr daye hinek ji jin û zarokan derbasî nav kampê bibin, hinek jî li ser cadeya li ber kampê radizin bi hinceta ku cih nemaye.

Roja Çarşema 31ê Tebaxa 2022an, yek ji penaberên li ber kampa Yunanistanê Îdo Xelef beşdarî bultena Rûdawê re bû û ragihand, “Em nêzîkî 150 penaber in, hemû xelkê Şingalê ne, em 6 roj in li bajarê Serres li ber deriyê kampê radikevin, destûrê nadin ku em bikevin nav kampê.”

Îdo Xelef got, “Li bajêr du kamp hene lê rêveberên kampê dibêjin cihê me nemaye û em nikarin we têxin nav kampê. Di nav me de jin, zarok û kal û pîr hene. Niha rê dan ku hinek ji jin û zarokan biçine nav kampê û ew ên din li ber deriyê kampê radikevin.”

Îdo Xelef her wiha anî ziman, “Hewa sartir dibe û 5 roj in hinek Êzidî yên li Yunanistanê xwarinê ji me re tînin, ne ew bin li wir kes xwarin û avê nade me û polîs jî nahêle ku em biçin bikirin.”

Beşek ji wan koçberan zarok in û Îdo Xelef li ser wan got, “Em bi şev li ser cadeyan û li bin daran radikevin û nêzîkî 20 zarokan bi me re ne, di nav wan de hin pîr jî hene ku hin ji wan nexweş in û hewceyî dermankirinê ne.”

Xelef diyar kir ku berpirsê kampê çend caran soz daye wan ku deriyê kampê ji wan re veke lê heta ew li derve dimînin, “Ew nahêlin em zarokên xwe jî bibin nav kampê û wan bişon. Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku me ji vê rewşa nebaş rizgar bike.”

Îdo Xelef destnîşan kir ku ew hemû penaberên ji Şingalê ne û berê wan li Ewropayê ye got, “Li Şengalê ti kar û ewlehiya me nîne û me ji neçariyê biryar da ku biçin Ewropayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst