Lubnan: Hefteya bê bi sedan koçberên Sûrî dê vegerin welatê xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Koçberan ê Lubnanê ragihand ku bi sedan koçberên Sûrî wê hefteya bê vegerin welatê xwe.

Wezîrê Koçberan ê Lubnanê Îsam Şeref El-Dîn ragihand ku hejmarek malbatên Sûrî peywendî bi wan re kirine ji bo ku vegerin Sûriyê û wan jî dest bi şandina lîsteyên navan ji bo Ewlekariya Giştî kirine.

Îsam Şeref El-Dîn bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Koçberan a Lubnanê, bi hevkarî û hevahengiya bi desthilata Sûriyê re, planek amade kirine ku hefteya bê dest bi vegerê bê kirin û dê rê bi koçberan bê dayîn ku di nava mehekê de vegerine Sûriyê.

Îsam Şeref El-Dîn got, “Li gorî yasayan, ne mafê Netewên Yekbûyî û UNHCR e ku destwerdanê di rêkeftina dualî ya di navbera me û Sûriyê de li ser vegerandina dilxwaz a koçberan bikin.”