Almanya ji bo vekirina balyozxaneya xwe merc danî pêşiya Talibanê

01-09-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Efxanistan Balyozxane Heiko Maas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya ji bo vekirina balyozxaneya xwe a li Kabûlê hinek şert û merc danîn pêşiya Talibanê.

Wezîrê Derve ê Almanya Heiko Maas dibêje, eger ji aliyê siyasî ve guncaw be û ewlekarî jî temam be dibe ku ew careke din balyozxaneya xwe a Kabulê vekin.

Maas di çarçoveya geşta xwe a bo 5 welatan de, li Dohaya paytexta Qeterê axivî û got “eger di aliyê siyasî de guncaw be û ewlekarî jî baş be wê careke din balyozxaneya Almanya li Kabulê vebe ji ber ku hebûna riyên dîplomatîk pêwîstiyeke û Almanya hîna jî ji bo derxistina hemwelatiyên xwe li gel Talîban li ser xetê ye û wê daxwazên civaka navdewletî jî ji Taliban heb in.”

Heiko Maas got jî, ew neçar in li gel Talîban bidin û bistînin, ji ber ku pêwîstiya Efxanistanê bi seqamgîriyê heye. Li gorî Wezîrê Derve ê Almanya eger Taliban daxwaza alîkariyê bike divê şert û mercên civaka navdewletî qebûl bike.

Şert û mercên Almanya jî ew in ku rêz li mafên mirovan bê girtin, hikûmeteke pirdeng û pir alî were avakirin, ewlekarî berdest be û destûrê bidin wan kesên ku dixwazin ji Efxanistanê derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst