Şervanekî amerîkî yê YPGê: Kurd mirovên herî baş ên cîhanê ne

 

New York (Rûdaw) – Şervanekî amerîkî yê YPGê bi navê Robert Rose, piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya welatê xwe, tevlî çalakiya piştgiriya HDPê bû. Robert dibêje, kurd mirovên herî baş ên cîhanê ne.

Duh li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, çalakiyek ji bo piştgiriya HDPê di hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyê de hat lidarxistin.

Di çalakiyê de nûnerên Komeleya Kurd-Amerîka (AKA), kurdên ku li bajarên New York û Bostonê dijîn jî beşdar bûn.

Çalakvanan, Tirkiye bi wê yekê tohmetbar kirin ku di bin navê şerê DAIŞê de pêvajoya aştiyê ya bi PKKê re hilweşand, li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte ragihand û dest bi komkujiya sivîlan kir.

Di çalakiyê de êrişên Tirkiyê li dijî kurdan û sivîlan hatin şermezarkirin û bang li rayedarên Tirk hat kirin, şerê li dijî kurdan bide sekinandin.

Di destê çalakvanan de pankartên mîna “Ji Kurdistanê re azadî, na bo komkujiyê”, “Şerê li dijî Kurdan bide sekinandin!” hebûn.

 

Şervanekî YPGê jî tevlî çalakiyê bû

 

Yek ji wan çalakvanên ku beşdarî wê çalakiyê bibû, şervanekî amerîkî yê YPGê bi navê Robert Rose bû. Robert Rose ku bi kincên YPGê tevlî çalakiyê bibû, ala YPJê hildabû.



Robert Rose li nav çalakiyê de


Robert Rose ji Rûdawê re axivî û got, ez çend caran ji mirinê filitîm lê ezê di demek nêzîk de dîsa vegerim Rojavayê Kurdistanê.

Robert Rose, Tîrmeha îsal çûbû Rojava û hefteya borî vegeriyabû New Yorkê. Wî şervanê YPGê her wiha got, li gorî min kurd mirovên herî baş ên cîhanê ne. Min li wir mirovên pir baş nas kir û dît.

Rose li ser rûpela xwe ya Facebookê jî gellek wêneyên xwe bi şervanên YPGê re belav kiriye…