Salih Muslim name bo civaka navneteweyî şand

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bo alîkariya penaberan banga di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî yên alîkariya mirovahi diken kir.

Salih Muslim bi wesîleya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Qamişloyê, nameyeke vekirî ji civaka navneteweyî re nivîsand.

Salih Muslim di nameya “li ser navê gelên li Kantonên Rojava dijîn” nivîsandi got, “Di nexşeyan de navê me, welatekî xwedî sînor nebe jî, em êdî realîte ne.” Paşe jî Serokê PYDê wiha domand:

 

“Eger hûn dixwazin hêviyê biparêzin û alîkariyê bidin mirovan, xwe di nava burokrasiyê de ne fetisînin, bi berpirsyarî rabin, em bi hev re alîkariyê bidin mirovên koçber.”

Muslim diyar kir ku hem rejîma Baase û hem jî îslamperestên radikal li ser aştiye metirsiyekê got, “Me dîtin ku hem rejîma Baas hem jî Îslamperestên tund êrîşî pêşeroja me ya aştiyane ya ku me dest bi avakirina wê kiribûn, kirin. Li dijî vê yekê, me jî ji mafê avakirina hêzên xwe yên parastina cewherî sûd wergirtin. Ji xwe rêyeke din li pêşiya me nemabû.”

 

Muslim eşkere kir ku di çareserkirina pirsgirêkan de tenê mabûn ti saziyên navneteweyî alîkariya wan ne kiriye di nameya xwe de wiha gotiye:

“Gava hûn dengê xwe nakin, mirovahî tê qetilkirin.Tiştên hûn li New York, Cenevre, Bruksel, London, Berlîn, Parîs, Stenbolê diaxivin, em nabihîzin. Gelo hûn li ser çi diaxivin...Em dibihîzin ku hûn xemgîn dibin, dikevin nava fikaran û xwedî niyetin ku tiştekî bikin. Lê ev têrê nake.”