Li Brezîlya mirovekî serê wê bi pişta wî ve

Hewlêr (Rûdaw)- Cladio Vieria de Oliviera 37 salî ku  bi kêmendamiya fizîkî ya serê wî pişta wî ve ji dayik bû. Cladio lingê wî li ser pişta wî xwarin û gelek bi xesar ji dayik bû û qet nikare destên xwe bikar bîne.

 

Doktoran bawer nedikir ku Cladio li jiyana bimîne û ji diya wî re gotibûn ku “ewê bimre, êdî xwarin û vexwarinê nedin pê.”

 

Lê Clodio, li bajarê Monte Santoya Brezîlê, hemû tengasî û zehmetî ji aliyekî berda û rêya xwe dewam kir ku li zanîngehê wekî jimaryar mezûn bû û niha wekî berdevkê gel jî kar dike.

 

Cladio got: “Ji zaroktiya min pê ve her dem min dixwest ez xwe ji tiştekî re mijûl bikim. Ez nexwazim bi temamî girêdayê kesekî din bibim.

 

Ez carbicar karê jimaryarî, likolinan bo mişterî û şêwirmendiyê dikim.

Ez dikarim TV vekim, telefonê bersiv bidim û radyo, înternetê jî karbînim.”