Çîn: Em kuştina Serokê Hemasê şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê kuştina Serokê Hemasê şermezar kir û got, “Em dilgiran in ku dê ev yek nearamiya li herêmê kûrtir bike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Pekînê Mehdî Ferec bersivandin.

“Em vê terorê şermezar dikin”

Lin Jian li ser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye got:

“Em vê terorê şermezar dikin û em bi awayekî tund li dijî derdikevin. Em dilgiran in ku dê ev yek nearamiya li herêmê kûrtir bike.”

Lin Jian diyar kir ku divê di dema herî nêzîk de li Xezeyê agirbesteke berfireh were ragihandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê diyar kir ku Çîn serbixwebûna Filistînê dixwaze û hêvî de ku dewleta Filistînê di demeke kurt de were avakirin.

“Em amade ne”

Lin Jian li ser aloziyên ku roj bi roj li Rojhilata Navîn gurtir dibin jî wiha axivî:

“Rewş çi qasî zehmet û giran be jî divê civaka navneteweyî zêdetir hewl bide da ku pirsgirêk û alozî kêm bibin.

Çîn tim û tim hevalê wê yekê ye ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî werin parastin û li dijî midaxeleya ji derve derdikeve.

Em amade ne ku ji bo aştî û aramiyê bi hemû aliyan re bi navber bixebitin û ji bo vê yekê hewl bidin.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye doh (31ê Tîrmehê) berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.