Amerîkayê ji Hewlêr û Bexdayê xwest li ser bûdce û petrolê li hev bikin

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Hewlêrê û Bexdayê xwest ku li ser pirsa bûdce û yasaya petrolê li hev bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku Hewlêr û Bexdayê han didin ku di zûtirîn demê de li ser berjewendiyên hevbeş li hev bikin û yasaya petrolê pesend bikin.

"Em bi berdewamî her du aliyan han didin"

Matthew Miller di bersiva pirseke Diyar Kurde de got: “Em careke din ji Bexda û Hewlêrê dixwazin li ser binemayê berjewendiyên hevbeş rêkevin. Em bi berdewamî her du aliyan han didin ku çareseriyeke baş bibînin û rêzê li beşdariya kompaniyên Amerîkayê yên sektora enerjiyê bigirin.”

Miller herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin lihevkirina Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de be.

Ji aliyê din ve, biryar e îro şandeke Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa bûdceyê careke din serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Iraqê bicive.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula ji bo Rûdawê ragihand ku di dema du rojan de Hikumeta Iraqê dê pereyê pêwîst ji bo mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.