Ciwanekî Kurd li Sirbistanê wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sirbistanê pêwendî bi Kurdekî Rojavayê Kurdistanê re qut bûye û mirovên wî alîkariyê dixwazin.

Navê ciwanê ku pêwendî pê re qut bûye Raman Ferhan Îbrahîm e û wî xwestiye xwe bigihîne Ewropayê.

Otomobîlekê ew biriye

Şivan Îbrahîmê pismamê Raman Ferhan Îbrahîm derbarê rewşa wî de ji Rûdawê re got:

“Ew herî dawî bi bavê xwe re axiviye û ew bi jehrî ketibû û nedikarî bi başî bimeşe. Hevalên wî jê re bûne alîkar û heta bajarê Prokupljeyê çûne. Li wê derê kampa penaberan heye. Herwiha li derê xeteke eskerî heye û otomobîlek tê wî dibe.”

Bi gotina Şivan Îbrahîm, pismamî wî yan di kampê de ye yan jî li nexweşxaneyekê ye.

Şivan Îbrahîm herwiha got, "Her kesê ku haya wî ji pismamê min hebe bila agahiyê bide me."