Ukraynayê bi dronan êrişî paytexta Rûsyayê kir

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Moskow Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku Ukraynayê bi dronan êrişî paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê kir û Balafirxaneya Vnukovo ya wî bajarî demkî hat girtin.

Îro serê sibehê Ukraynayê bi çend dronan êrîşî Moskowê kir û yek ji dronan li avahiyeke bazirganiyê ket û ziyanên madî gehandin avahiyê.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin diyar kir Sîstema Parastina Asmanî ya Rûsyayê çend dron li asmanê Moskowê xistin xwarê lê dronek li avahiyeke bazirganî ket û bû sedema ziyanên madî.

Ajansa nûçeyên Rûsya TASê jî ragihand ku Balafirxaneya Vnukovo ya li Moskowê ji ber êrişê bi awayekî demkî hat girtin.

Geştên ji navbera Balafirxaneya Vnukovoyê ji bo balefirgehên din hatin veguhastin lê piştî bi dawîbûna êrîşan careke din ew balafirxane hat vekirin.

Ukraynayê roja şemiyê jî bi dronan êrişî Moskowê kiribû û Rûsyayê weke bersiv êrişî hin navçeyên Ukraynayê kiribû.

Şeva derbasbûyî jî Amerîkayê agihand ku ew li dijî wê yekê ne ku êrîş li dijî Rûsyayê di nava xaka wî welatî de pêk werin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst