Li Bonnê 18 xwendekarên Kurd hatin xelatkirin

01-08-2022
RÛDAW
Li Bonnê 18 xwendekarên Kurd hatin xelatkirin
Li Bonnê 18 xwendekarên Kurd hatin xelatkirin
Nîşan Almanya Xwendekarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bonn a Almanyayê, îro Duşemê 18 xwendekarên Kurd hatin xelatkirin. Ahenga xelatkirinê ji aliyê Rêxistina Bonê ya Partiya el-Wehde ve hate sazkirin.

Di ahengê de, nivîskarên Kurd Bîlal Hesen û Ibrahîm Şitlo pirtûkên xwe diyarî xwendekarên serkeftî kirin.

Bi xwendina Sirûda Neteweyî Ey Reqîb, ahenga xelatkirina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Bonê yê Almanyayê dest pê kir.

Di ahengê de, 18 xwendekarên lîseyê yên Rojavayê Kurdistanê hatin xelatkirin.

Aheng ji aliyê Rêxistina Bonê ya Partiya el-Wehde ve hate sazkirin. Berpirsên rêxistina partiya navborî pîrozbahî li xwendekaran kirin û ew xelat kirin.

Hunermendê Kurd Şivan Perwer jî ku beşdarî ahengê bûbû, albuma xwe diyarî xwendekaran kir.

Xwendekara ku xelat bi dest xistî Lîlav anî ziman, “Ez û hevala xwe, navê min Lîlav e û navê wê jî Lîna ye, em îro ji lîseyê derçûn, kêfê me çîşkî kêm e, em ne li Efrînê ne, em li vê derê li Almanyayê ne. Me serê xwedanê xwe û serê gelê Kurd bilind kir.”

Xwendekara ku xelat bi dest xistî Lîna jî hestên xwe anîn ziman, “Baş e ku em derçûn û hêvîdar im em tim pêşkevin, bibin serbilindî.”

Xwendekareke ku beşdarî ahengê bibû got, “Min kêf kiriye ku ez li vê derê me. Îro hinek ji lîseyê derçûn û ez jî dixwazim dema mezin bûm herim lîseyê.”

Hejmarek merivên xwendekaran jî beşdarî ahingê bûn û kêfxweşiya xwe bi serkeftina xwendekarên Kurd li dibistanên Elmanyayê nîşan dan

Diya xwendekarekî li ser derçûna xwendekaran got, “Ez nifşê me yê nû pîroz dikim. Bila serkeftî û berdewam bin. Ez dixwazim ew her tim xwendina xwe bi serî bikin.”

Bavê xwendekarekî jî got, “Ez pir kêfxweş bûm bi vê ahengê ku ev ciwan ji lîseyê derçûne.”

Di gotinên ahiengê de, axêveran tekezî li ser girîngiya xwendin û serkeftinê li welatên diyasporayê kirin. Her wiha jî tekezî li ser girîngiya parastina zimanê Kurdî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst