Ji ber du biryaran li ser sînorê Kosovo û Sirbistanê alozî derket

01-08-2022
RÛDAW
Nîşan Kosovo Sirbistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî aloziya duh a li ser sînorê Kosovo û Sirbistanê, hikûmeta Kosovoyê bi şêwira li gel nûnerên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê biryar da ku cîbicîkirina wan herdu rêkaran heta mehekê paşbixe.

Li Kosovo yasayek hatiye derxistin ku li gorî wê yasayê divê hemû kesên li Kosovo dijîn, Sirbî jî di nav de, nasnameya Kosovî werbigirin û plaka otomobîlên xwe yên Sirbistanê biguherînin bi yên Kosovoyî û biryar bû ew yasa îro 1ê Tebaxê bihata cîbicîkirin.

Lê belê ew biryarên hikûmeta Kosovoyê rastî nerazîbûna niştecihên Sirb ên li bakurê Kosovoyê hat û welatiyên Sirb wek nerazîbûn rêyên ber bi du xalên sînorî yên bi Sirbistanê re li ser hatin û çûnê girtin û rêbend ava kirin.

Herwiha hatibû îdiarkirin ku girêdayî vê mijarê şeva borî li deverên sînorî yên di navbera Kosovo û Sirbistanê de alozî derketiye û di navbera artêşa Sirbistanê û polîsên Kosovo de pevçûn çêbûye, lê belê rayedarên herdu aliyan ew yek red kirine.

Hikûmeta Kosovoyê piştrast kiriye ku rêyên li bakurê wî welatî hatine girtin û ew yek şermezar kir.

Bi armanca rêgirtina li ber mezinbûna aloziyê, rayedarên Kosovoyê li Prîştîna ya paytexta welat li gel nûnerên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê civiyan. Di civînê de hikûmeta Kosovo soz daye ku pêkanîna yasaya nû ya derbarê nasnameya welatiyan û plakaya otomobîlan de heta mehekê paşbixe.

NATOyê jî bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin û dema pêwîst be dê destwerdanê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst