Serokê Partiya Sor ji ber diziya berçavkê hat binçavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Sor a Norwêcê Bjørnar Moxnesê ku bi dizîna berçavkê dihat tohmetbarkirin, hat desteserkirin.

Parlamenter û Serokê Partiya Sor Bjørnar Moxnes ê ku duh ji dikaneke li balafirgeha Osloyê bêyî ku pere bide berçavkeke rojê xistibû nav eşyayên xwe, ji aliyê ewlekariya balafirgehê ve hat binçavkirin.

Moxnes ji personelên asayîşê re diyar kir ku bi zanebûn berçavkê wernegirtiye û diyar kir ku ev rewş ji ber xeletiyekê pêk hatiye.

Bjørnar Moxnes ji medyaya herêmî re axivî û destnîşan kir ku wî bêyî pere bide berçavkê wergirtiye û îdia kir ku mebesta wî qet ne dizîna berçavkê bûye.

Bjørnar Moxnes diyar kir ku ew ji ber sûcdarkirinan şerm dike, û her çiqas gotibe neyeta wî ya diziyê tuneye jî dema ku ji dikanê derktê tê dîtin ku pere nedaye.

Siyasetmedarê Norwêcî diyar kir ku dema ji aliyê ewlehiyê ve hatiye binçavkirin ji ber tiştên ku hatiye serê wî matmayî maye û wiha got “Min nizanibû ez dê çi bikim.”

Bjørnar Moxnes anî ziman ku ji ber sûcdariyê ji xwe şerm kiriye û wiha got: “Dema ku polîs hatin û berçavkê xwestin, min ji xwe gelekî şerm kir. Cihê hincet tune bû, ez neçar bûm ku li gorî encaman razî bibim."

Bjørnar Moxnes ji ber vê kiryara xwe bi 3 hezar kronên Norwêcî (277 dolar) hate ceza kirin.

Partiya Sor ji 169 kursiyên Parlamentoya Norwêcê 8 kursî bidest xistine. Endamên Partiya Sor diyar kirin ku ji ber kiryara serokê xwe yê giştî şerm dikin lê rêzê li karên wî yên berê digrin.

Helge André Njåstad ji Partiya Sor got ku ew difikire ku bûyer ji bo Moxnes rewşek xemgîn bû û dibe ku ji vê yekê berpirsiyar bê dîtin ne baldar bûye û got “Ez nafikirim ku wî bi zanebûn kiribe.”

Parlamentera Partiya Sor Sophie Marhog jî got “Serokên partiyan jî di nav de her kes xeletiyan dikin. Divê encamên wê yên siyasî hebin? Bi ya min divê tunebin. Ne ji ber nomalbûna wergirtina vê berçavkê ye, ev bûyer qet ne normal e. Ti wateya parastina van kiryarên bêwate û ehmeqî nîne. Tiştek ehmeqî bû.”

Sarah Marhog diyar kir ku cezakirina Bjørnar Moxnes tiştekî di cih de ye û dibêje “Bûyer tiştek ku meriv jê şerm bike ye. Tiştê ku mirov distîne perê wê nede ehmeqî û ne qanûnî ye. Bjørnar Moxnes jî ji ber vê yekê hat cezakirin, ez ji ber vê yekê kêfxweş im.”

Sekretera Partiya Sor a Norwêcê Seher Aydar jî diyar kir ku ew ji vê bûyerê şerm dike û wiha anî ziman “Tiştê ku wî kir, ne tenê ji bo xwe, ji bo me jî şerm e. Ya ku hat kirin neqanûnî ye. Ez difikirim ku polîs karê xwe kir ku tiştek baş bû.”

Li aliyê din li Norwêcê yên ku diziyê dikin li gorî corê diziya ku dikin, rastî cezayê pereyan an jî girtîgehê tên.