Barhilgirek li 8 otomobîlan qelibî: Herî kêm 48 kes mirin, 30 kes jî birîndar in

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kenya Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Kenyayê ragihand, li rojava barhilgirek ji kontrola şofêrê xwe derketiye û li 8 wesayîtan qelibiye û di encamê de herî kêm 48 kes mirin û 30 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Fermandarê Polîsê Navxweyî yê Kenyayê Cheoffrey Mayek roja Şemiyê ragihand bûyera trafîkê di navbera bajarokên Kiriko û Nakuri yên li rojavayê Kenyayê rû daye û got, “Heta niha, em dikarin piştrast bikin ku 48 kes mirine û em guman dikin ku yek du kes di bin otomobîlan de mabin.”

Cheoffrey Mayek li ser birîndaran jî diyar kir ku 30 kes bi giranî birîndar bûne û got, “Dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.”

Cheoffrey Mayek behsa bûyerê jî kir û got, “Barhilgirê kontrola xwe ji dest da û li 8 wesayîtan qelibî, paşê li motorsîklet û çend peyayan jî qelibiye.”

Şahidekî bûyerê got, “Barhilgir pir bilez diçû û xwest xwe ji wesayîtan dûr bixe lê nekarî û li wan qelibî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst