Tirkiyê ji bo Fransayê hişyariya geştiyariyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Tirkiyê ya Parîsê ji welatiyên Tirkiyê yên li Fransayê û yên ku dê biçin wir daxwaz kir ku li hember tundûtûjiyên ku li seranserî Fransayê belav dibin hişyar bin.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyê ya Parîsê de piştî ku şofêrê ciwan ê bi navê Nael M. di encama gulebarana polîsan de canê xwe ji dest da, ji ber wê jî li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûne dest pê kirin û seferên çûnûhatinê û xizmetên giştî hatin qutkirin û her wiha hat diyarkirin ku tundûtûjî zirarê dide avahiyên giştî, milkên taybet.

Balyozxaneya Tirkiyê ya Parîsê di daxuyaniya xwe de got, “Ji ber van bûyerên navborî divê welatiyên me, nemaze li Parîsê an jî yên ku dê biçin Fransayê divê hişyariya herî zêde nîşan bidin û ji qadên xwenpêşandanan dûr bisekinin û daxuyaniyên Balyozxane û Serkonsulxaneya me ya Parîsê yên li ser agahdarkirinan bişopînin. Welatiyên ku li Fransayê dijîn an jî plan dikin ku biçin wir, di rewşa awarte de dikarin serî li konsulxaneyê bidin.”