NY: Salane nêzîkî 12 milyon hektar daristan jinav diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Hişkesalî û çolbûn dû nîşaneyên giherîna keşûhewayê ne ku peywendiyeke wan rasterast wan ligel hev heye, wate her kîjan ji wan zêde bibe, ya din jî zêde dibe.

Li gor rapora nerî nû ya Neteweyên Yekbûyî, sal li pey salê rûbereke zêdetir ê zeviyê ji ber hişkesalî û karên mirov dibin çol.

Li gor raporê:

-Di 40 salên borî de hejmara nebatên ji ber hişkesaliyê zerer gihiştiye wan zêdeyî dû qat yên 40 sal pêştir bûye.

-Salane rûberekî nêzîkî 12 milyon hektar daristan ji ber çolbûn û hişkesaliyê jinavdiçin.

-Kêmbûna gij û giya û nebatên  weke wan  li gel bilindbûna pileya germayê, jinavçûn û qirbûna candaran bileztir dikin.

-%14ê hemû avzêmên ku bo candar û balindeyên koçber gelekî girîng in, li wan navçeyan in ku metirsiya hişkesaliyê li ser wan heye.

-Hişkesalî sedema %15ê karesatên xwezayî ye.

-Ji tevahiya giştî ya wan kesên ji ber karesatên xwezayî canê xwe ji dest dane, ji 60ê wan bi sedema hişkesaliyê bûne.

-Di navebra salên 1998 û 2017ê de hişkesalî 124 milyar dolar zerer gihandiye aboriya cîhanê.

-Tê çaverêkirin heta naverasta vê sedê, hişkesalî bandorê li ser %75ê niştecihiyên zeviyê bikem, wate sê çarêka mirovayetiyê.