Komîsyona Hilbijartinên Rûsyayê: 110 binpêkirin hatin tomarkirin

Moskow (Rûdaw) - Ji 25ê Hezîranê ve proseya dengdanê ya ji bo guhertina destûra Rûsyayê destpê kiriye û deng li ser serastkirina 41 xalên destûra wî welatî tê dayîn. Komîsyona Navendî ya Hilbijartinên Rûsyayê jî dibêje, ji roja 25ê Hezîranê ve 110 haletên binpêkirina dengdanê hatine tomarkirin.

Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê ragihand ku hejmara  haletên binpêkarî, ku di proseya dengdana bo guhertina Destûrê de  hatine tomarkirin, gihîştiye 110an. Piraniya binpêkariyan jî li Moskowê çê bûne, ku tê de  rêveber karmendên  xwe neçar dikin ku dengê xwe bo guhertina Destûrê bidin.

Partiya Yabloko yek ji wan hêzan e ku dijî guherandina Destûrê derdikeve û proseya dengdanê jî boykot dike. Serokê vê partiyê dibêje,  desthilat bi neçarkirina welatiyan bo dengdanê,  dixwaze gelê Rûsyayê bike şirîkê sucê xwe.

Nîkolay Ribakov, Serokê Partiya Yabloko dibêje, “Ev dengdan bi fermana serokê dewletê tê kirin û dijî Destûrî ye.  Tenê ji bo madeyekî, tenê ji bo dirêjkirina maweya wî ya serokatiyê ev  showa pêkenînê tê leyîstin. Em ne ku tenê dengdanê boykot dikin, her  weha em bi awayekî çalak protesto jî dikin vê dengdanê. Ji xwe dengdan  ne qanûnî ye, ji ber ku qanûna dengdanê tune.”

Dengdana ji bo guherandina Destûra Rûsyayê bo 1ê Tîrmehê hatibû  desnîşankirin, lê  ji ber belavbûna korona vîrûsê dengdanê 25 Hezîranê destpê kir.

Li navendên dengdanê ji bo parastina tendirustiya dengdêran hemû tedbîr hatine standin. Weke navendeke dengdanê li Moskowê, li ber derî pêşî çavdêr pêşwaziya dengdêran dikin.

Gleb Ûşakov, Çavdêrê Jûra Civakî diyar dike, "Ta niha me tu binpêkarî ne dîtine. Lê mafê me heye ku di proseya  dengdanê de haletên binpêkariyê bi vîdeo û audio tomar bikin û pêşkêşî  Dadgehê bikin.”

Konstantîn Zaxarov, Serokê Komîsyona Dengdanê ya Mintiqeyê radigihîne, “Rojê ji 60 ta 80 kes tên dengê xwe didin. Ta 30 hezîranê jî, bi  pêşbîniya me, rêjeya beşdariyê dê ew qas be. Lê dibe ku roja sereke ya  dengdanê, an ku 1ê Temûzê hîn zêdetir dengdêr bên ser sinduqê.”

Welatiyên Rûsyayê dengê xwe bi giştî ji bo guherandina 41 madeyên  Destûrê didin, ku tê de nêzî 200 bend ji nû ve hatine nivîsandin. Eger piraniya dengan ji bo guhertina Destûr bê dayîn, dê Vladîmîr  Pûtîn bikare ta sala 2036an weke Serokê Rûsyayê bimîne.