Tirkiye û hêzên Xelîfe Hefter gefên tund li hev dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku hêzên Xelîfe Hefter li Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyê desteser kirin, Enqere û rêveberiya Xelîfe Hefter li Lîbyayê gefên tund li hev dikin. Enqere daxwaza azadkirina her şeş welatiyên xwe dike û dibêje, eger welatiyên wê serbest neyên berdan, dê hêzên Hefter bike armanc.
Zêdetirî du mehan e ku şer û pevçûn di navbera Artêşa Niştimaniya Lîbya ya bi serokatiya general Xelîfe Hefter û hêzên ser bi hikûmeta itîragpêkirî ya Lîbyayê de berdewam e.
Hêzên ser bi Hefter ve çend aliyên derve ku Tirkiye yek ji wan aliyan e, bi piştevanîkirina li hikûmeta itîrafpêkirî ya Serc tometbar dike. General Xelîfe Hefter gef xwariye ku dê êrîşî ser berjewendiyên Enqerê yên li Lîbyayê bike û keştî, firoke û kompaniyên Tirkiyê yên li Lîbyayê bike armanc.
Berdevkê Artêşa Niştimaniya Lîbya (hêza ser bi general Hefter ve), Ehmed Mismarî duh du daxuyaniyekê de got: “Êrîşa îro bi piştgiriya balafira bêfirokevan a Tirkiyê hatiye encamdan, ev balafir jî ji binkeya Miêtîg ve rabûye, lê belê spas ji Xwedê re hêzên we bi qehremanî û ezmûna xwe ya mezin karîn bersiva êrîşê bidin û li ser hesabê milîsên terorîst pêşkevtinan bi dest bixin.”
Tirkiye tekezî li ser piştevaniya xwe bo hikûmeta itîrafpêkirî û yekparçe ya Lîbyayê dike. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Osaka ya Japonê têkildarî êrîşa hêzên general Hefter ragihand, her reftar û tevgereke dijminkarî li hember Tirkiyê dê berdêleke giran li pey xwe bîne.
Akar got: “Em berdewam in li ser piştgiriya seqamgîrî û aştiya li navçeyê. Berdêla helwestên dijminkarî û êrîşan dê gelek giran bin û em dê bi tundtiring şêwe bersiv bidin. Divê were zanîn ku ji bo vê mebestê, li hember her tevgereke dijminkarî û gefekê, me rêkarên pêwîst pêk anîne.”
Li aliyekê din Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji hêzên general Hefter dike ku her şeş welatiyên wan werin berdan û dibêje: “Girtina şeş welatiyên me ji aliyê milîsên neyasayî yên Hefter ve karekî çeteyî û rêgirî ye. Em li bendê ne ku herî zû ew welatî bêne azadkirin, berovajiyê vê em dê hêzên Hefter bikin armanc.”
“Artêşa Niştimaniya Lîbya” ku ser bi general Xelîfe Hefter ve ye, hêzên hikûmeta itîrafpêkirî ya Lîbyayê weke grûpa terorîstî bi nav dike û Tirkiyê jî bi piştevanîkirina wan tometbar dike.
Li aliyekê din, hikûmeta itîrafpêkirî ya Lîbyayê ku kontrola Terablus a paytexta wî welatî di destê wê de ye, roja Sşemiyê vîdyoyek belav kir û ragihand, hêzên wan dest bi ser hin çekên hêzên Hefter de girtine. Heman hikûmetê diyar kir, ew çek ji aliyê welatekî biyanî ve bo hêzên Hefter hatibûne şandin.
Daxuyaniyên herdu aliyên nakok li Lîbyayê yên derbarê çekan de, di demekê de ye ku qedexe ye çek bo Lîbyayê were şandin û nabe ku ti welatek bi şandina çekan agirê şer li Lîbyayê gurtir bike.