Brûksel – Konferansa nûavakirina Kobanî birêve diçe

01-07-2015
RÛDAW
Konferans
Konferans
Nîşan Kobanî
A+ A-

Brûksel (Rûdaw) – Li paytexta Beljîka, Brûkselê konferansa nûavakirina Kobanî dest pê kir. Di civînê de Serokê Kantona Kobanî Enwer Mislim jî beşdar e.

Îro danê sibê konferansa nûavakirina Kobanî li bajarê Brûkselê dest pê kir.

Di civînê şandeke Kobanî bi serokatiya Serokê Kantona Kobanî Enwer Mislim û gellek siyasetmedar, rewşenbîrên kurd û biyanî beşdar in.

Di destpêka konferansê de Enwer Mislim gotinek derbarê rewşa jiyana xelkê li nava Kobanî pêşkêş kir û gotûbêj derbarê wan kar û projeyên avakirina Kobanî hatin kirin.

Herwiha biryar e di konferansê de komîteyek bo çawaniya nûavakirina Kobanî û piştevaniya bajêr û rewşa penaberên Kobanî pêk were.

Derbarê karên vê fonferansê, peyamnêrê Rûdawê li Brûkselê, Zinar Şîno ragihand: Balyozê berê yê Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê Vasîlîlîs Bontosoglu, Endamê Grûpa Konfedrasyona Yekîtiya Ewropayê Mîrî Krîstîn, Endamê Partiya Gel a Ewropayê Îlînî Yoçaros, Cîgirê Serokê Grûpa Federasyona Yekîtiya Ewropayê Dêmtryos Pap Edîmovîs, Endamê Hevpeymaniya Sosyalîst Cozêf Waydnholize û Endamê Hevpeymaniya Lîbral Demokrat a Ewropayê Îzaskon Blîbabo di konferansê de amade ne û dê gotaran pêşkêş bikin.

Di konferansê de ku dê 3 rojan bidome, dê li ser rewşa dawî ya Kobanî û çawaniya nûavakirina wî bajarê Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bê kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst