Hirvatîstan bû endamê Yekitiya Ewropayê

01-07-2013
RÛDAW
A+ A-
Brûksel (Rûdaw/ANF) - Hirvatîstanê, piştî pêvajoyeke 10 salan ji îro û pê ve bi awayekî fermî bû 28. endamê Yekitiya Ewropayê. Endametî ji duh bi şev û vir ve bi fîşekên hewayî tê pîrozkirin. 

Welatê Hirvatîstanê sala 2005an de dest bi danûstandinên endametiya Yekitiya Ewropayê kir û ji sala 2011an û vir ve jî her 35 mijarên danûstandinan temam kir. Ji îro û pê ve bi awayekî fermî endamê Yekitiya Ewropayê ye. Bi tevlîbûna Hirvatîstanê re, hejmara Yekitiya Ewropayê ya di sala 1957'an de bi 6 welatan destpê kir, derket 28 welatan. 

Hirvatîstanê bi Tirkiyê re di heman demê de dest bi danûstandinên endametiyê kir û tevî kêmasiyan jî ev danûstandin di nava 6 salan de temam kir. 

Hirvatîstan bi endametiya Yekitiyê re mafê temsîlkariya li Parlamentoya Ewropayê jî bi dest xist û heta hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2014an wê 12 endamên demborî bişîne Parlamentoya Ewropayê. Di hilbijartinên sala 2014'an de jî wê di Parlamentoya Ewropayê ya ji 751 endaman 11 endam ji Hirvatîstanê bin.

Yekitiya Ewropayê di sala 1951'ê de bi Civata Pola û Komirê ya Ewropayê bingeha wê hat danîn. Di sala 1957an de bi peymana Romayê ya navbera Elmanya, Fransa, Îtalya, Holanda, Luksembûrg û Belçîkayê re navê wê veguherî Civata Aboriyê ya Ewropayê. Yekitî di sala 1973an de bi tevlîbûna Brîtanya, Danîmarka û Îrlandayê re bû xwedî 9 endaman. Di sala 1981an de bi beşdariya Yewnanîstan, di sala 1986'an de bi beşdariya Spanya û Portekîzê hejmara endamên xwe derxist 12'an.

Yekitî ku ji sala 1993'an û vir ve di bin navê Yekitiya Ewropayê de dimeşe, di sala 1995an de welatên di warê aborî de pêşketî Awûstûrya, Swêd û Fînlandiya jî xist nava xwe.

Bi têkçûna bloka rojhilat re, di sala 2004an de Polonya, Komara Çek, Slovakya, Slovenya, Macarîstan, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Malta û Komara Qibrisê tevlî Yekitiyê bûn û hejmara endamên Yekitiyê derket 25'an. Beriya Hirvatîstanê jî, di sala 2007'an de Romanya û Bûlgarîstanê li Yekitiyê zêde bibûn.

Tirkiye, Îzlanda, Sirbîstan, Karadag û Makedonya jî welatên ji bo endametiya Yekitiya Ewropayê di nava danûstandinan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst