Hilbijartinên Parlamentoya YEyê tên kirin: Jinên Kurd bûna namzed

01-06-2024
RÛDAW
Hilbijartinên Parlamentoya YEyê tên kirin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hilbijartinên Parlamentoya YEyê tên kirin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Yekîrtiya Ewropayê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya bê hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê dest pê dikin.

Ji xeynî du berbijêrên ku niha parlamenter in, jineke Kurd a din jî li Swêdê xwe berbijêr kiriye.

Hefteya bê 373 milyon welatiyên Ewropayê dê ji bo dagirtina 720 kursiyên Parlamentoya Ewropayê dengê xwe bidin.

Di navbera rojên 6-9ê vê mehê de, hilbijartin li 27 welatan têne kirin.

Parlamentoya Ewropayê her çiqas ji parlamentoyên welatên Ewropayê cuda be jî lê li vir jê re dibêjin parlamentoya parlamentoyan.

kampanyayên hilbijartinê têne kirin

Li gel vê yekê jî kampanyayên hilbijartinê ji bo vê hilbijartinê ne bi wê germ û guriyê ne ku ji bo hilbijartinên welatan têne kirin.

Namzedên Kurd ên Parlamentoya Ewropayê hemû jin in

Li gorî zanyariyên Diyasporayê namzedên Kurd ên Parlamentoya Ewropayê hemû jin in.

Niha du ji wan parlamenterên Ewropayê ne.

Evîn Încîr di lîsteya Sosyaldemokratan de li Swêdê û Ozlem Demîrel jî di lîsteya Çepan de li Almanyayê.

Li kêleka wan hin jinên Kurd ên din ku namzed in hene.

Yek ji wan Diyana Xefûr e ku ew jî li Swêdê ye. Diyana Xefûr mêvana Diyasporayê bû.

Di vî warî de ragihand ku ji bo ku bibe endama gera bê ya Parlamentoya Ewropayê xwe kiriye namzed.

Bi gotina wê dixwaze nûnertiya gelê Swêdê bike û li parlamentoyê dixwaze bibe palpişt û hevkara doza gelê xwe.

“Dixwazim ji bo miletê Kurd bixebitim”

Diyana Xefûra ku li Stockholmê hilgira lîsana bilind di têkiliyên navdewletî de ye got:

"Dixwazim gava bûm endama Parlamentoya YEyê ji bo miletê Kurd bixebitim çimkî ew der cihekî guncav e ji bo vê yekê û em dikarin piştevan û hevkarên pêşvebirina Doza Kurd bin.

Ev jî bi hevkariya dostên me li parlamentoyê û em zextê çêbikin ji bo ku qet nebe YE rê li dijminkariya dijminên Kurdan bigire û bi wan re tevnegere."

Diyana Xefûra ku di lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de bûye namzed got:

"Bavê min xelkê Kerkûkê ye û li wir hatiye dinê û dayîka min xelka şarê Îlamê ye û ez li Swêdê ji dayik bû me lê ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im."

Diyana Xefûra ku ji 19 saliya xwe ve endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ye û niha namzeda hejmara 17an a partiyê ye, got:

"Kurdên Swêdê li hemû bajaran piştgirî û propagandaya min dikin.

Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku penaber li Swêdê dengê xwe nadin, di demekê de ku li Ewropayê tundrew û kesên dijî koçberan roj bi roj zêdetir dibin.

Ev yek dê bandoreke neyînî li ser koçberan bike, lewra girîng e ku hemû koçber xasma kurdên Swêdê biçin ser sindoqan û deng bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst