Li Almanyayê êrişa çekdarî: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hagenê yê Almanyayê di du êrişên çekdarî de 4 kes birîndar bûn.

Li bajarê Hagenê li saloneke kuaforê û avahiyekê du êrişên çekdarî pêk hatin.

Li gorî zanyariyên polîsên herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê di êrişan de yek jê bi giranî 4 kes birîndar bûne.

Herwiha êrişkar jî ji cihê bûyerê reviyaye û ji bo desteserkirina êrişkar xebat berdewam in.

Li gorî agahiyên polîsan dibe ku êriş ji ber pirsgirêkên malbatî be.

Polîsan ji xelkê xwest ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.