Holenda - Rojnamegerekî Kurd 8 roj in girtî ye

01-06-2024
RÛDAW
Rojnamegerê Kurd Serdar Karakoç
Rojnamegerê Kurd Serdar Karakoç
Nîşan Serdar Karakoç Rojnameger Kurd Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Holendayê rojnamegerekî ji Bakurê Kurdistanê ku zêdeyî 20 sal in li wî welatî dijî, hatiye girtin.

Rojnamegerê Kurd Serdar Karakoç meha borî ji aliyê polîsên Holendayê ve hatibû girtin û ev nêzî 8 roj in di girtîgehê de ye.

Di demekê de ku berî çend rojan dadgehekê li bajarê Heerlenê yê Holendayê biryar da heya sê hefteyên din jî neyê berdan.

Polîs û dadgeha Holendayê ti agahî neweşandine ka Karakoç ji ber çi hatiye girtin.

Hin çalakvanên Holendî dibêjin, dibe ku ev yek di bin zexta Tirkiyeyê de hatibe kirin, ji ber ku Karakoç di medyayên nêzîkî PKKyê de nivîsiye û kar kiriye.

Serdar Karakoç Kurdekî Elewî ye û di sala 1960î de li Dêrsimê ji dayik bûye.

Ji salên 1980yî ve karê medyayê dike û di salên 1990î de yek ji birêvebirinê rojnameya kurdî ya Ozgur Gundemê bû ku piştre ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat girtin.

Karakoç ji sala 2001ê ve çûye Ewropayê û mafê penaberiyê li Holendayê wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst