Sekreterê Giştî yê NATOyê dê serdana Tirkiyê bike

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan NATO Swêd Tirkiye Stoltenberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de bi armanca bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê gotûbêj bike, dê biçe Enqerê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li paytextê Norwêcê bajarê Osloyê berî civîna nefermî ya wezîrên derva bikin pirsên rojnamegeran bersivand.

Der heqê endamtiya Swêdê ya bo NATOyê de pirsek hat kirin û li ser vê jî Stoltenberg bi bîr xist ku destpêka hefteyê bi rêya têlefonê bi Erdogan re axivî û wiha got: "Di demeke nêzîk  ez dê herim Enqer. Wext hê jî tam diyar nîne û min hêj biryara wê nedaye."

Ji Stoltenberg hat pirsîn ku bi pesendkirina protokola beşdariya Swêdê ew çi peyamê dixwazin bidin Tirkiyê û li ser vê wî jî got: "Peyama min ew e ku endamtiya Swêdê ya NATOyê wek bi kêrî Swêdê tê bi kêrî welatên Îskandînav û herêmên Baltikê û heta bi kêrî Tirkiye û hevpeymanên NATOyê jî tê. Ji bilî vê ez dê bibêjim ku li Swêdê ji 1ê Hezîranê pê ve yasaya têkoşîna li dijî terorê ketiye di warê cîbicîkrinê de. Bi rastî jî ev yasa ferqekê derdixe pêş. Ev jî nîşan dide ku Swêd, li hemberî PKKê û rêxistinên din ê terorê, têkoşînê bileztir bike gavan diavêje.”

Stoltenberg diyar kir ku ew pêşwaziyê li yasaya nû ya Swêdê dike û ew ji bo xurtbûna têkiliyên di navbera wî welatî û Tirkiyê de kêfxweş e û got: “Ev dê bibe delîl ku Swêd berpirsyariyên peymana ku li Madrîdê bi rêşnivîsa sêalî îmze kiribû bi cih tîne. Divê em ji bîr nekin ku Tirkiye xwedî hin fikarên ewlehiyê yên meşrû ye, lewra ti hevpeyman qasî Tirkiyê rastî êrîşên terorê nehat. Ji ber vê li hemberî her cure terorê girîng e em li gel Tirkiyê bixebitin. Ez bawer im ku protokola beşdariyê ya Swêdê dê di demeke nêz de bê pesendkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst