Rûsya, Amerîka û Urdin derbarê rewşa Sûriyê de dicivin

01-06-2018
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Urdin Sûriye Civîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Çavakaniyeke dîplomatîk ji medya Rûsyayê re ragihandiye, ku heftiya dahatî li bajarê Emman ê paytexta Urdinê, rayedarên her sê welatên Rûsya, Amerîka û Urdin dê bi hev re bicivin.

 

Li gorî medyaya rûsî, hevdîtina navbera her sê welatan li ser asta cîgirên wezîrên derve yên wan welatan tê kirin.

 

Heman çavkaniyê da zanîn, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov  wek nûnerê Rûsyayê beşdarî wê hevdîtina çaverêkirî dibe.

 

Derbarê naveroka civînê de jî çavkaniyeke din a dîplomatîk diyar kiriye, di civînê de dê pêşniyar were kirin, ku herêmên bê şer li başûrê Sûriyê radestî hêzên hikûmeta Sûriyê û polîsên leşkerî yên Rûsya bên kirin.

 

Herwiha dê pêşniyar were kirin, ku hemû komên cedar ên li başûrê Sûriyê jî çekên xwe yên giran radestî hêzên hikûmeta Sûriyê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst