Birinc yekem carê kengî hatiye xwarin?

01-06-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Zanyaran derxist holê ku birinc 10 hezar sal berê cara ewil li Çînê wek xurek hatiye xwarin.


Li gor xebata ku di kovara "Proceedings of the National Academy of Sciencesê" de hat weşandin, birinc nêzî 10 hezar sal berê di serdema Holosenê da hatiye xwarin.


Li gor lêkolînan li herêma Şangşanê bermahiyên birinc nêzî 9 hezar û 400 sal berê mane. 


Li gor xebatê li Çînê xwarina birinc, li Amerîkaya Bakur xwarina gilgil û li Rojhilata Nêzîk xwarina gemin di heman demê da dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst