Kurdên li Sûdanê ji Serok Barzanî alîkarî xwestin

01-05-2023
RÛDAW
Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê, Haşim Meqsûd Zade li bajarê Port Sûdan ê Sûdanê.
Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê, Haşim Meqsûd Zade li bajarê Port Sûdan ê Sûdanê.
Nîşan Sûdan Port Sûdan Kurd Kurdên Sûdanê Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber şerê navxweyî yê li Sûdanê û bi taybet li paytext Xertûmê, Kurdên li wî welatî koçber bûne û nêzî 300 malbatên Kurd ji Xertûmê derketine û 15 malbatên ji Kobaniyê niha gihîştine bajarê Port Sudanê, lê li kolanan mane û ti kes nîne ku alîkariya wan bike. Welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê li Sûdanê Haşim Meqsûd Zade jî di peyameke vîdyoyî de ku bo Rûdawê şandiye, daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî dike ku alîkariya Kurdên li Sûdanê bike û wan ji wî welatî derxîne.

Zêdeyî du heftiyan e şerekî navxweyî yê dijwar li Sûdanê û bi taybetî li paytexta wî welatî bajarê Xertûmê berdewam e.

Ji ber şer, Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Xertûmê dimînin, ji wî bajarî koçber bûne, beşek ji wan berê xwe dane sînorê Misirê û beşek din jî berê xwe dane Bendera Port Sûdanê daku xwe ji agirê şer biparêzin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, niha nêzîkî 15 malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistan ku piraniya wan xelkê Kobaniyê ne, gihîştine bajarê Port Sûdanê û dixwazin ji wî welatî derkevin, lê ti welatek pêşwaziya wan nake.

Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Haşim Meqsûd Zade li wî bajarî, li ser rewşa wan malbatan dîmenek ji Rûdawê re şandiye û dibêje, ew li ser cade û kolanan dimînin, ti kes alîkariya wan nake.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, wan serî li Balyozxaneya Sûriyê ya Sûdanê jî dane û ji bo derketina ji Sûdanê alîkarî xwestine, lê berpirsên balyozxaneyê ji wan re gotine ku ew nikarin tiştekî wan bikin.

Haşim Meqsûd Zade dibêje, “Em xelkê Kobanî ne, em dora 200 malî ji Xertûmê derketine û niha em 15 mal gihîştine Port Sûdanê. Rewş xirab e, hemû li ser cadeyan rûniştine û di bin konan û daran de ne. Zarokên biçûk nexweş in û hewa germ e. Niha hinek ji me birine dibistanan û li wan deran bicih kirine.”

Ew welatiyê Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Serok Barzanî dike ku bigihe hawara Kurdên ku li Sûdanê asê mane û dibêje: “Rewş xirab, em ji kek Mesûd (Barzanî) dixwazin ku me ji vê krîzê derxîne. Gelek ji xelkê rewşa wan xirab e, ji sedî 80ê rewşa wan xirab e, ji sedî 20ê xelkê dikarin li ser hesabê xwe bijîn, lê ji sedî 80ê xelkê muhtac e û nikarin, pereyên wan tune ne…em daxwaz dikin ku me ji vê tengaviyê derxînin.”

Di şerê Sûdanê de heta niha 15 welatiyên Sûriyê hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst