Angelina Jolie serdana Ukraynayê kir

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Angelina Jolie Ukrayna Lviv Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka Hollywoodê û Nûnera Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie roja Şemiyê serdana bajarê Lviv a li rojavayê Ukraynayê kir.

Parêzgarê Lvivê Maxim Kozytski li ser Telegramê got, "Ev serdan ji bo me hemûyan surprîzek bû" û wêne û vîdeoyên Angelina Jolie yên bi zarokan re û bi xebatkarên xwebexş re, belav kir.

Maxim Kozytski diyar kir ku Nûnera Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Jolie serdana nexweşxaneya zarokên ku di bombebarana wêstgehê Kramatorskê de birîndar bibûn jî kiriye.

Hat diyarkirin ku Jolie bi xwebexşên ku alîkariya derûnî pêşkêşî koçberan dikin re jî axivî.

Piştî yekem êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ya ji 24ê Sibatê de û vir ve, zêdetirî 7,7 milyon Ukraynî ji cih û warên xwe koç kirin û 5,4 milyon kesî jî welatê xwe terikandine.

Di vîdeoyeke ku li ser Facebookê hatî belavkirin de, Jolie li kafeyeke Lvivê tê dîtin. Şêniyeke ji Lvivê got, "Min qehwe vedixwar û min ji nişka ve Angelina Jolie li ber xwe dît."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst